Welatîyekê temen 63 sal ku di kerentînê de bû û paş ku qedexeya derketinê şikandî, polîsan gulle raste rast berdanê û kuşt.
Paş ku serokê Flîpînê Rodrigo Dutîrtî ferman daye polîsan ji bo gullebaran kirina her kesê qedexeya derketinê bişkênît, polîsan fermana Serokê welat weke xwe cêbecê kir dema ku welatîyekê temen 63 salî li ser caddê gullebaran kirî.
Li gor pêgeha Flîpîn Onlayn, welatîyekê temen 63 sal paş ku ji cihê kerentînê derketî ji bo ku gazindan ji wê xwarinê biket ku Hikûmet ji bo wan dabîn dike, polîsan gulle berdanê û ew kuşt.
Flîpîn Onlayn dest nîşan kir, ev bûyer li roja pêncşemî 2-4-2020ê çêbûye, anku bi 24 demjimêran paş biryara Rodrigo Dutîrtî Serokê welatî ya gullebaran kirina wan kesên qedexeya derketinê dişkênin.
Welatiyê ku hatîye kuştin, polîsan li nêzî xaleka pişknînê li bajarê Barancay Amontay lê xistbû, lê belê piştre eşkere bû ku vî kesî mey vexwar bû û li ser hişên xwe nebûye dema ji cihê kerentînê derketî.