KURD Û SUNNE Û ŞÎE WÊ HIKÛMETA ZURFÎ PEJIRÎNIN

KURD Û SUNNE Û ŞÎE WÊ HIKÛMETA ZURFÎ PEJIRÎNIN

Ednan Zurfî Serokwezîrê raspardî yê Hikûmeta Îraqê, pêkhateya Hikûmeta nû bi dawî aniye û daye parlementoyê  ji bo ku rûniştina pejirandina wê bihê saz kirin, firakisyonên Kurdistanî jî wê dengî bi erê ji bo bidin.

Danustandinên Ednan Zurfî, Serok Wezîrê raspardî yê Îraqê li gel aliyên Şîe berdewame û îro roja yekşemî 5-4-2020an hevpeymaniya Nesir, ya Heyder Ebadî Serokatîya wê dike ragehand ku pêtir ji 200 parlementaran wê dengê xwe bi erê ji bo kabîneya Zurfî bidin.

Herweha dest nîşan kir, danustandinên Serokwezîrê raspardî niha li gel aliyên Şîe bi taybet yên hevpeymanêtiya Fetih û Dewleta Yasa berdewamin û li rojên bihên de rûniştina pejirandina hikûmetê wê were sazkirin.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniya Nesir, aliyên Sunne û Kurd wê ji kabîneya Zurfî re bêjin belê, herweha firakisyonên Kurdistanî jî hêjan ti ret kirin ji aliyê wan ve nayê dîtin.

Li dûr helwesta aliyên Kurdistanî li derbara erê kirina Hikûmeta taze bi serokatîya Zurfî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê li du rojên rabûrî ragehandibû ku aliyên Kurd kêşe li gel Zurfî nîne,  lê belê kêşeya kabîneya nû li navbera mala Şîe daye û herweha got: kurd wê bi belê  dengî ji bo den.

Li gor zanyariyên hevpeymanêtîya Nesir heya niha pêtir ji 220 perlemantaran hene ku biryar dane dengî bi erê ji bo kabîneya taze ya Hikûmeta federal biden.

Pustên heman beş