Çavkaniyên ewlehî û medyayên lokalî yên Îraqê îro roja duşemî 6/4/2020an xeber ji avêtina çendîn mûşekan da bo ser şîrketeke Amerîkî a taybetmend bi petrolê li bajarê Besra ê Başûrê Îraqê.
Li gorey van çavkaniyan serê sibê ya îro hejmarek ji şîrketên petrolê yên biyanî ji wan şîrketek Amerîkî di navçeya “Bircisye” û “Bajarê Wuzê” li bajarê Besra, ketin bin êrîşa mûşekên katyoşa û çend gulle topekan.
Van çavkaniyan ragihand herî kêm sê mûşekên katyoşa li wê navçeya ku amorên derhênana petrolê têdene, ketine.
Çavkaniyên Îraqî ragihand vê êrîşa mûşekî şîrketa Amerîkî ya bi navê “Halliburton” ku dikeve Rojavayê bajarê Besra li Başûrê Îraqê armanc kiriye. Li gorey van çavkaniyan vê êrîşê ti ziyaneke madî û mirovî nebûye.
Ji aliyek din şaneya ragehandina ewlehî ya arteşa Îraqê di ropela xwe ya twitterê de eşkere kir, hêzên ewlehiya Îraqê li bajarê besra kesên sûçbar ku 3 mûşekên katyoşa avêtîne amorên berhemanîna petrolê li bajarê Besra destnîşan kirîne û hêzên Îraqê niha li pey wan digerin daku bihên desteserkirin.
Şaneya ragehandina hêzên ewlehiya Îraqê her weha ragihand, amorekê avêtina mûşekan li navçeya mûşek lê hatîne avêtin ku 11 mûşekên amade ji bû teqandinê têde bûn ji aliyê hêzên Îraqê ve hat dest bi serdagirtin.
Piştî kuştina Qasim Suleymanî fermandarê supayê Qudis ê ser bi supayê pasdarên Îranê ve û Ebumehdî Elmuhendis serokê saziya Heşda Şebî li Îraqê, li balefirxaneya navdewletî ya Bexdayê ji aliyê balefirên bê pîlot yên Amerîkayê ve, pevçûn dinavbera milîsên çekdar yên Îraqî ên ser bi Îranê ve digel Amerîkayê her ku diçe zêdetir dibe.