GOTÎRÊS: VÎRUSA KORONA BÛYE  SEDEMA ZÊDEBÛNA TUNDUTÎJIYA LI DIJÎ JINAN

GOTÎRÊS: VÎRUSA KORONA BÛYE  SEDEMA ZÊDEBÛNA TUNDUTÎJIYA LI DIJÎ JINAN

Zîdetir belavbûna vîrusa Korona li Cîhanê bi tevahî bûye sedema pêtir lêxistina jinan ji aliyê zelaman ve bi awayek weha ku Antonio Goiters Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh şev 5/4/2020an ji Gelê Cîhanê re xwest ku parêzvaniya jin û keçan bikin ku jiber belavbûna vîrusa Korona niha li malê de hatîne îzole kirin û ketîne bin lêxistin û azarên malbatên xwe.

Li gorey rapora pêgeha Ferns Press Antonio Goiters di beyanekê de ragihand: ” di dema hefteyên rabûrî de hevdem digel pêtir belavbûna vîrusa Korona, tundutîjiya li dijî jinan di Cîhanê de zêdetir bûye bi sedema wê yekê ku her kes niha di malên xwe de hatîye îzolekirin, herweha di dema îzolekirinê de li malê û zêdebûna feşarên Abûrî û civakî û zêdebûna nearamiyên piskolocî Cîhanî berev pêşçûneke bi tirs bi xweve dîtiye ji bo aliyê tundutîjiya li dijî jinan di nava malbatan de”.

Goiters her weha ragihand, jiber vê yekê ez îro daxwazek nû ji bû binecî kirina aştiyê di nava malbatan de li hemû cîhanê radigihînim.

Jiber rêgirî kirin li pêtir belavbûna vîrusa Korona pêtiriya wilatên Cîhanê sînorên xwe girtîne, balefirxane qepat kirîne, qedexeya hatin û çûnê ragihandiye û hemû çalakiyek ku bibe sedema kom bûna mirovan li dûr hev rawestandiye û gel di nava malên wan da îzole kirîne ku ev yek bûye sedema peydabûna pêleka nû ji tundutîjiya li himber jinan di nava malbatan de ku hinek caran ev tundutîjiye digehe asta kuştina jinan.

Li gorey amarên ku ji aliyê pêgeha Ferns Press bi pişt bestin li ser çavkaniyên fermî bi dest xwe xistîne li Amerîka heya niha herî kêm 7616 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe ji dest daye û hijmara kesên bi vê vîrusê jî ketî gihaye 304838 kesan.

Ev yek di demekê daye ku li gorey amarên fermî pêtirî 1244740 kesan li 191 wilatên Cîhanê de bi vîrusa Korona ketîne û nêzî 75000 kesan canê xwe ji dest daye, lê belê ev amrên beşek ji rastyê ye jiberku di hinek wilatan de hejmara dirust ya miryan bi sedema Koronayê nayê eşkere kirin û hejmareke wilatan jî testên tûşbûn bi vîrusa Korona nahên encamdan bi tenê di hinek haletên kêm de nebe ku nexweş diçe nexweşxaneyê.

Pustên heman beş