LIBYA: XISTINEXARA BALEFIREKE BÊ PÎLOT A TIRKIYÊ

LIBYA: XISTINEXARA BALEFIREKE BÊ PÎLOT A TIRKIYÊ

Pêgeha xeberî ya Rûsya Elyewm, ragihand Xelîfe Hefter Generalê xanenişîn bûyî yê artêşa Lîbyayê ku xwe weke fermandarê gropa bi navê Arteşa Netewî ya Lîbyayê dide nasandin îro roja duşemî 6/4/2020an ragihand ku hêzên wî balefireke bê pîlot a dewleta Tirkiyê di navçeya Boqirîn li Rojhilatê bajarê Misrate xistiye xwarê.

Ehmed Elmismarî Berdevkê arteşa Netewî ya Lîbyayê roja yekşemî ragihand ku hêzên wan wesaîtên leşkirî û pêgehên dewleta Wîfaq li bajarê Terablusê û Boqirîn lin Rojhilatê bajarê Misrate armanc kirîne.

Pêş niha jî Berdevkê hêzên ser bi dewleta Wîfaq ragihandibû, hêzên asîmanî yên vî wilatî, balefireke ser bi hêzên bi nav arteşa Netewî ya Lîbyayê ku General Xelîfe Hefter serkirdatiya wan dike, li navçeya Tirhone ku dikeve 80ê kîlometriya Başûrê bajarê Terablusê armanc kiriye û ew teqandiye.

Fermandar Mihemed Qinono ragihand, balefira hatiye teqand a tijî bû ji amorên serbazî ji bû hêzên General Hefter.

General hefter bû dema salekê dibe bi hinceta lêdana gropên terorîstî êrîşî bajarê Terablusê dike lê heya niha nekariye vî bajarî Kontrol bike.

Pustên heman beş