Li Tirkiyê kugeheka kargeheke berhemanîna çekan “mûşekan” teqîya û bû sedema birîndarbûna hinek kesan ku di vê kargehê de dişuxlîn.
Îro roja Sêşemî medyayên Tirkiyê xeber ji teqîna kargeheke berhemanîna “mûşekan” a ser bi hêzên çekdarên wilatê Tirkiyê li navçeya “Elmadax” ku dikeve derdûrên paytextê Tirkiyê “Enqerê ” da.
Li gorey kenalê “CNN” Îsma’îl Demîr, Serokê pîşesaziyên berevaniyê yên Tirkiyê îro roja Sêşemî 7/4/2020an ragihandiye ev teqîn nebûye sedema kuştina ti kesekê.
Parêzgerê Enqerê jî ragihand ev teqîn li sa’et 14:47 xolek rû daye û sê kesên ku di vê kargehê de kar dikir bi sivikî birîndar bûne.
Heya niha sedema vê teqînê nehatiye eşkere kirin lê belê ev teqîn heya radeyekî teqînek bihêz bûye û dengê vê teqînê bûye sedema peydabûna tirsê li cem gelê navçeyê.
Ev kargeha berhemanîna mûşekan li sala 1988an hatiye damezrandin û yek ji mezintirîn kargehên berhem anîna çekane ye li wilatê Tirkiyê di nava 500 kargehên taybetmend bi vê yekê.