Rojnameya Deale Mail bi belavkirina wêneyekê ji jora çavdêriya rewşa saxlemiya Serok Wezîrên Berîtanya yê, Borîs Conson, nivîsandiye: hewildanên pizîşkên mezin yên Berîtanyayê ji bo baş kirina rewşa Borîs Conson berdewamin.
Rojnameya Deale Mail, bi belavkirina wêneyekê ji jora CCU ku Borîs Conson têde hatiye razandin ragihand, pizîşkên mezin alavên herî pêşkeftî û nûtirîn teknolojya bikar diînin ji bo baştir kirina rewşa saxlemiya Borîs Conson Serok Wezîrên Berîtanyayê.
Serok Wezîrê Berîtanyayê ku pêş hefteyekê bi vîrusa Koronayê ketiye û şeva rabûrî hat veguhastin ji bo nexweşxaneyê bi sedema rewşa wî ya xerab niha li jora çavdêrya taybet ku bi CCU tê nasîn li bin çavdêriya pzîşkî daye.
Ev xeber di demekê de hat belavkirin ku pêgeha Routers di raporekê de ragihand, Borîs Conson, pêdvî bi çavdêriya taybet heye.
Ev yek di demekê daye ku rojnameya Gardîyen pêş çend sa’etan xeber ji baş bûna rewşa saxlemiya Conson dabû.