Soyî Fonxe bajarek biçûk bê hebûna ti nexweşxaneyek pêşkeftî û hebûna amûrên pêdvî ji bû rûbirûbûna vîrusa Korona û zêdebûna hejmara nexweşan dibe rewşê xerabtir bike.
Hevdem di gel bi dawî hatina îzolekirina piştî 76 rojan û azadîya hatin û çûna hemwilatiya di nava bajarê Wuhan li wilatê Çênê ku bi çavkaniya derketin û belavbûna vê vîrusê tê nasîn, bajarek din ê biçûk li Bakurê Rojhilatê Çînê hat îzolekirin.
Medyayên wilatê Çînê eşkere kirin, rayedarên bajarê Soyî Fonxe li wîlayeta Xelong Cîyang, ku dikeve Bakurê Rojhilatê Çînê îro roja çarşemî 8/4/2020an ragihandiye, wê hinek tedbîrên tund ji bû rêgirî kirin ji belavbûna vîrusa Korona li vî bajarî hên sepandin.
Bi gelê vî bajêrî re hatiye ragihandin di malên xwe de bimînin û bi tenê yek ji endamên malbatê her sê rojan carekê dikare biçe û kelupelên xwarinê û vexwanrinê û pêwîstiyên jiyan kirinê ji malbata xwe re bikire.
Ev biryar baş wê yekê tê ku wîlayeta Xelong Cîyang a Çînê ragihandî hejmarek ji tûşbûyên Koronayê li vê wîlayetê gihane 25 kesan ku bi îhtîmaleke zêde ji ber hatin û çûna ser sînoran ve girêdaîye, jiberku ev wîlayet ê hevsînore di gel wilatê Rûsyayê.