KESEK SER BI HÎZBULLAH BI MADDEYÊN HIŞBER TÊ DESTESERKIRIN

KESEK SER BI HÎZBULLAH BI MADDEYÊN HIŞBER TÊ DESTESERKIRIN

Riwangeha Sûrî ji bo mafên mirovan îro roja pêncşemî 9/4/2020 ragihand, hêzeka ser bi arteşa Rûsyayê, dest bi ser barekê maddeyên hişber li sînorê Dîmeşqê da girt ku yên kesekê ser bi Hîzbullah ê ne.

Riwangeha Sûrî ji bo mafên mirovan her wiha ragihand ku hêza arteşa Rûsyayê, êrîşî kogeheka maddeyên hişber li navçeya Mirba, li sînorê Rojavayê Dîmeşqê kiriye, ku ev kogehe ya kesekî Sûrî yê ser bi Hîzbullaha Libnanî ye.

Li gorey çavkaniyên riwangeha Sûrî ji bo mafên mirovan li Sûriyê, ev êrîş paş wê yekê hat pêkanîn ku bawerpêkiriyên arteşa Rûsyayê li vê navçeyê berdewam gazinde ji zêdebûna bikaranîna maddeyên hişber di nava ciwanên vê navçeyê de dikir.

Van çavkaniyan her wiha ji bo vê riwangehê zelal kiriye ev maddeyên hişber ji aliyê kesên ser bi Hîzbullah a Libnanî ve dinava gel de dihên parvekirin û firotin.

Herçend ev maddeyên hişber pêş hefteyekê ji aliyê polîsên serbazî yên Rûsyayê ve dest bi ser de hatiye girtin lê belê li gorey riwangeha Sûrî ya mafên mirovan heya niha ti zanyarî li ser çarenivîsa kesê xwediyê van maddeyên hişber diyar nîne.

Pustên heman beş