Li gorey raporeka rojnameya “Waşinton Post” rayedarên Amerîkayê ragihandîne ku Amerîka, sîstemên nû yên dije êrîşên asîmanî li Îraqê ji bo parastina hêzên xwe û hevpeymaniya Navdeletî bicî kirîne.
Van rayedaran her wiha eşkere kiriye ku sîstema dije êrîşên asîmanî ya bi navê “patriot” û du sîstemên moşekî yên mewda kurt li bingeha xwe ya serbazî a bi navê Eyn Esed, û her wiha pêgeha xwe ya serbazî a li Hewlêr a Paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê bicî kirîne.
Piştî kuştina Qasim Suleymanî fermandarê supayê Qudis yê ser bi supayê pasdarên Îranê ve her wiha kuştina Mehdî Elmuhendis serkirdeyê Şîe ji layê balefireke bê pîlot a Amerîkayê ve li balefirxaneya Bexda ya navdewletî û peyre êrîşa tolvekirina Îranê bo ser bingehên serbazî yên Amerîkayê di nava Îraqê de û êrîşên berdewam yên milîsên ser bi Îranê ve li ser hêzên Amerîkayê, rayedarên serbazî yên Amerîkayê biryar li ser bicî kirina sîstema patriot a dije êrîşên asîmanî li Îraqê da.
Pêş êrîşa moşekî ya Îranê ku bi mebesta tolhildana Qasim Suleymanî encam day, rayedarên Amerîkayê li ser wê bawerê bûn ku çi pêwîstî bi danîna sîstema dije êrîşên asîmanî li bingehên wan li Îraqê nîne, lê niha ev sîstem hatîne bicî kirin û kara kirin ev yek jî paş gef û êrîşên berdewam yên gropên çekdar yên ser bi Îranê ve hat ku berdewam êrîşî ser bingehên serbazî yên Amerîkayê di nava Îraqê de dikin.