Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li rojava kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 12/4/2020an Amerîkayê, karwaneke din ê serbazî ku pêk tê ji alavên serbazî û locistî ji bo başûrê bajarê Hesekê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê rewane kir.
Li gorey çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê: karwanê serbazî ê Amerîkayê ku ji 35 barhilgirên serbazî pêk dihat çû di nava bajarê “Elşedadî” li Başûrê bajarê Hesekê.
Li gorey zanyariyan, ev karwanê han di rêya dinavbera Dêrazûrê û bajarê Hesekê derbas bûye, herweha du balefirên cengî û hejmarek ji hêzên hêzên Sûriya ya demokratîk a berniyas bi “HSD’ê” parêzvanî li vî karwanî dikir.
Tê zanîn ku pêş niha jî çavkaniyên medyayî li sûryê ragihand bû karwanek din ê Amerîkayê roja şemî ya rabûrî derbasî başûrê bajarê Hesekê bûye.
Pêş niha jî ajansa medyayî ya dewleta sûryê ragihand bû ku Amerîkayê bi dehan wesaît û amûrên serbazî ji navçeyên Bakurê bajarê Reqayê û başûrê bajarê Hesekê veguhastine navçeya Rimêlanê û li nêzî bîrên petrolê cêgîr kirîne.