TENDURISTÎYA CÎHANÎ NIHÊNÎYA (5G Û KOVÎD -19) EŞKERE KIR

TENDURISTÎYA CÎHANÎ NIHÊNÎYA (5G Û KOVÎD -19) EŞKERE KIR

Rêxistina tenduristîya cîhanî, îro li derbara peywendîya tawirên tora 5Gyê bi belavbûna vîrusa Korona ya nû (kovîd-19) ve ragihandinek weşand û têde bas li peywendîya dinavbera vîrusa Korona û tawirên vê torê kir.

Rêxistna tenduristîya cîhanî, di pêgeha xwe ya sereke de, îro roja yekşemî 12/4/2020ê zelalkirinek li derbara tawirên tora 5Gyê weşandîye û têde hatîye ku vayrosa Korona ya nû bi t awayekî bi rêya pêlên radio, torên Kompaniyên peywendîyan û herweha tora nû ya bi navê 5Gyê, nayê veguhastin.

Tenduristîya cîhanî herweha dest nîşan kirîye, vayrosa Korona li hinek welatan belav bûye ku tawir û torên 5Gyê têde nînin.

Tenduristîya cîhanê ev zelalkirine li demekê weşandîye ku li hinek welatên Ewropayê bi taybet Berîtanya yê, hejmareke kesên ku bawerî bi teorîya pilangêriyê heyî, tawirên tora 5Gyê ji nav birine ji ber ku ew li wê bawerê ne ku ev tawir dibe sedema belavbûna vayrosa Koronayê.

Herweha li Çînê jî, ev teorî belavebibû ku paş bikaranîna bajarê Wuhan bo tora 5Gyê, vayrosa Koronayê derket û di zû de belavebû.

Pustên heman beş