Dewleta Behrên roja sê şemî 14/4/2020an ragihand, şirketa balefiran a bi navê “Gulf Air” a vî wilatî, piştî 4 salan bo yekem car bi merema vegerandina hemwilatiyên Behrênî yên ku li Îranê dişoxlin û bi sedema vîrusa Korona canê wan ketiye xetereyê ber bi Îranê firî.
Dewleta Behrênê piştî êrîşa hejmarek ji besîcîyan “hêzên xwe bexş yên Îranê” bo ser sefareta welatê S’ûdîyê li tehranê, û agir tê berdana beşekê ji avahiyê sefaretê û bi îfşa kirina çendîn şaneyên nihênî yên çekdar û xwedî madeyên teqînê li sala 2016an de ji aliyê hêzên ewlehî yên vî wilatî ku li gorey zanyariyan ev şaneyên nihênî ji aliyê supayê pasdarên Îranê ve hatbûn perwerde kirin û ji aliyê tehranê ve pere pê dihat dan, Behrênê hemû peywendiyên xwe yên diplomatîk digel Îranê qut kirin û sefaretên her du wilatan hatbûn daxistin. Hev dem digel vê yekê firîna balefirên “Gulf Air” li sala 2016an de hatbûn sekinandin û heya îro ti firînek ber bi Îranê nebûye.
Ev yekem firîna balefirên şîrketa “Gulf Air” e ji bo Îranê piştî 4 salan. Ev firîne ji bû vegerandina nêzî hezar zîyaretkarên Behrênî hatiye encamdan ku pêş belavbûna vîrusa Koronayê ji bo zîyareta ciyên olî seredana Îranê kir bû.
Behrênê çendîn hefteyan hewl da ku hem wilatiyên xwe yên li Îranê asê may bi rêya balefirên wilatek din vegerîne lê belê hemû hewlên wan bê encam man, li dawyê bi neçarî rê bi balefirên dewletê yê ser bi şirketa “Gulf Air” da ku ber bi Îranê bifire û hem wilatiyên Behrênê vegerîne.
Rayedarên dewleta Behrênê dibêjin rêpêdana Îranê bi zîyaretkarên Behrênî di rewşek weha de ku hemû saziyên tendirustî yên navdewletî li ser xetere ya belavbûna vîrusa Korona hişdariyê didin, diçe xaneya “êrîşa baylojî” ya bernamekirî ji aliyê tehranê bo ser Behrênê.
Hikûmeta Behrênê dibêje rayedarên Îranê ji bo îfşa nebûna hem wilatiyên Behrênê ku seredana Îranê dikin muhra çûn û derketinê li passport a wan nade û ev yek di reftarên navdewletî de bi reftarek ne yasayî tê nasandin.