Balefirên bê pîlot yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro li qendîlî îrîşî PKK ê kir û 4 gerîlayan canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê îro teiqîba hereketên hinek gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê kir û piştir bordoman kirin.
Di êrîşê de, dengoya can ji dest dana 4 gerîlayan heye, lê belê PKK ê çi pêzanîn li ser êrîşan ne dane.
Balefirên bê pîlot yên Tirkiyê herweha êrîş zincîreya çiyayê Qereçûx kir û li sînorê navçeya Wertê li Başûrê Kurdistanê, hinek gerîla hedif kirine û zirarên canî pêre xistine.