Arteşa dewleta Tirkiyê îro karwaneke din ê leşkirî şande Bakurê Sûriyê, ji bo ku li sînorê Îdlibê were bicî kirin.
Nerîngeha sûrî ya mafên mirovan, îro roja şemî 18/4/2020ê eşkere kir, arteşa Tirkiyê, karwaneke din ê leşkeran şande navçeya bi navê “Potîn – Erdogan” li sînorê Îdlibê li Bakurê Sûriyê ku ji hejmareke erebeyên leşkirî û pêwîstiyên locistî pêkhatî bûn.
Nerîngeha sûryê dibêje: “ji dest pê kirina agirbesta Îdlibê û heya niha, pêtir ji 2680 erebe û zirîpoşên arteşa Tirkiyê, derbazî Bakurê Sûriyê bûne, herweha pêtrî 10 hezar leşkeran”.
Agirbesta Îdlibê li meha Şubata rabûrî li navbera Tirkiyê û Sûriyê bi garantî ya Rûsya federal çêbûye.