TRUMP: BAYDIN BIBE SEROK WÊ ÇÎN Û ÎRAN LI SER ME ZAL BIBIN

TRUMP: BAYDIN BIBE SEROK WÊ ÇÎN Û ÎRAN LI SER ME ZAL BIBIN

Donald Trump Serokê Amerîkayê, bi bîranîna destkeftên xwe yên mezin digel Çînê û danana gomrikên çendîn milyar dolarî li ser vî welatî di berjewendiya Amerîkayê de, hişdarî da ku ger di hilbijartinên bihêt de Co Baydin serkeve û bibe serokê Amerîkayê wê berjewendiyên Amerîkayê kevin  xetereyê û Îran û çîn wê li ser Amerîkayê zal bibin.

Trump di konferansa medyayî ya rojane de li ser dawî pêşhatên girêdayî bi vîrusa Korona ragihand ku xwe vekşandin ji lihevhatina etomî ya digel Îranê bi vê sedemê bû ku ew lihevhatinek pirr xirab bû.

Tramp ragihand: “Îranî ya dixwest digel me danûstandinê bikin û me lihevhatinek îmze kiriba lê belê bi midaxeleya can kêrî wezîrê berê yê karên derve li ser dema serokatiya Barak Obama de, bû sedema li rê derkirina piroseya gotubêjan.

Serok komarê Amerîkayê Donald Trump her weha tekez kir: «Can kêrî, xwedî ehmeqanetirîn lihevhatina etomî ye, 150 mîlyard dolarên bê ziman, kaş dan hikûmeta Îranê. Ev pere bi qasî 10 jûrên weke vê jûrê ye».

Her weha tramp Con kêrî bi bin pê kirina yasaya Logan sûçbar kir ku li gorey vê yasayê nabe danûstandinên fermî digel rayedarên wan welatan were kirin yên ku ti peywendîyeke dîplomasî digel Amerîkayê nîne.

Serok komarê Amerîkayê ev yek jî ragihand  ku Con Kêrî ev yasaye bin pê kir jiberku ew ditirsîya ku bi îmze kirina lihevhatineke baştir bikeve tengasiyê jiber vê yekê wî îranî handan heya hilbijartinên dahatî çaverê bikin, bi vê hêvîyê ku Co Baydin ê “xew xweş” têde serkeve û bibe Serok Komarê Amerîkayê.

Pustên heman beş