LI ITALIA YÊ DAXWAZA DERKETIN JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ TÊ NÎQAŞ KIRIN

Italia

Li gorey rapirsîyekê ku li welatê Italia yê hatiye encamdan pêtrî nîva gelê Italia yê ji ber xwedî ne derketina Yekîtiya Ewropayê li belavbûna vîrusa Korona her weha kirîza penaberan li Italia yê, dixwazin Italia ji vê yekîtiyê derkeve.

 li gorey pêgeha Rûsya Elyewm, di vê rapirsiyê de ku li meha derbas bûyî hatiye encamdan, 71٪ ji gelê Italia yê li ser wê bawerê ne ku belavbûna vîrusa Korona wê bibe sedema hilweşandina yekîtiya Ewropayê û nêzî 55٪ jî digel vê yekê ne ku welatê wan li yekîtiya Ewropayê derkeve.

Hikûmeta Italia yê hinek ji hevalbendên xwe ji wan Elmanya û Holenda bi vê yekê sûçbar kirîne ku bi başî beşdar nebûne di “palpiştiya madî di mijara vîrusa Korona yê de. Abûra Italia yê ji ber belavbûna vîrusa Korona heya niha pirr daketîye û sindoqa navdewletî ya pereyan jî pêşbînî dike ku berhem anîna navxwe li vî welatî di îsal de 9.1٪ kêm bibe.

Di dema derbaz bûyî de hinek ji sîyasetvanaên Italia yê jî bi şewtandina ala yekîtiya Ewropayê ji b tenê mana welatê xwe di rewşa dijwar a vîrusa Korona yê de ev yekîtî rexne kirbû.

Ev yek di nava hem welatiyên Italia yê de bi germî hat pêşwazî kirin û bi şewitandina ala yekîtiya Ewropayê xwest welatê wan li nava vê yekîtiyê de derkeve.

 li gorey amarên wezareta tenduristîyê ya Italia yê, heya roja şemî 23227 kesan li vî welatî bi sedema tûş bûn bi vîrusa Korona canê xwe ji dest daye û 172434 kes jî bi vê vîrusê ketîne. Italia ji aliyê hejmara mirî û pê ketiyên vîrusa Korona di cîhanê de li rêza sêyemîn tê.

Pustên heman beş