Hat ragihandin li Almanya yê di nava 24 saetan da 8 welatiyên Tirk ên din jî ji ber cureya nû ya vîrusa Koronayê (Kovîd-19) mirin.
Li gorî agahiya ku ji meqamên herêmî hat wergirtin, li herêmên Hamburg, Nurnberg, Mainz û Stuttgartê 8 Tirk ji ber vîrusa koronayê mirin.
Hat diyar kirin, hinek mirî ji ber ku bêkes in, dê li Almanya yê bên defin kirin.
Her wiha eşkere bû ku testên vîrusa Koronayê yên neferên malbata kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî pozîtîf derketin.
Bi van mirinan va hejmara Tirkên ku li Almanya yê ji ber Kovîd-19ê mirin derket 87an.
Li nava Tirkiyê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket qedera 145 hezar û 185an, ya kesên ku mirin jî derket 4 hezar û 586an.