TALÎBANÊ 17 WEZÎFEDARÊN ASAYÎŞÊ KUŞTIN

TALÎBANÊ 17 WEZÎFEDARÊN ASAYÎŞÊ KUŞTIN

Milîtanên Talîbanê li navçeya Xoceyê Gar a wilayeta Taharê ku dikeve Bakurê Rojhilata Efxanistanê, êrîşî qereqoleke eskerî kir û 17 wezîfedarên asayîşê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Parastinê ya Efxanistanê hat dayîn, milîtanan êrîşî qereqola eskerî ya li herêma Tepeya Hewa Şînasî ya Xoceyê Gar kir.

Hat gotin ku di êrîşê da 17 wezîfedarên asayîşê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn, piştî êrîşê pevçûn derket û ji Talîbanê jî gelek kes hatin kuştin.

Ji Talîbanê der barê mijarê da tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Pustên heman beş