Hikûmeta Berîtanya yê îro eşkere kir ku wan tirs heye pêleke din ya belavbûna vîrusa korona ya nû (Kovîd-19) dest pê bike.
Berdefkê hikûmeta Berîtanya yê îro roja duşemî 20/4/2020ê eşkere kir, her sistîyek bikeve di rêkarên qedexe û rênimayên tenduristîyê da, wê karesatekê li pey xwe bîne.
Herweha dest nîşan kir, ewan tirs heye ku pêleke din ya belavbûna vayrosê li Berîtanya yê dest pê biket, heger xemsarî were kirin û rêkar bihên sist kirin.
Berdefkê hikûmeta Berîtanya yê li dawiya gotina xwe diyar kir ku li vê qonaxê wan pêwîstî bi lez kirina her karekî heye ku li dijî Koronayê û rêgirtinê li belavebûna wê biket, nek sist kirina rêkarên qedexê.