Bi sedema teqînekê ku îro erebeyên heşda şeibî li sînorê parêzgehîya Mûslê armanc kirine, 5 çekdarên heşdê hatin kuştin.
Îro roja sêşemî 21/4/2020ê, teqînek li navçeya bi navê “lezage” ya başûrê Mûslê çêbû, wexta erebeyên fewca 36 ya heşda şeibî armanc krî û bi wê sedemê 5 çekdarên heşdê hatine kuştin.
Şaneya ragihandina emnî ya arteşa Îraqê, li vê derbarê da daxuyanî da û eşkere kir ku 3 çekdarên heşda şeibî di teqînê de hatine kuştin û 2 brîndar ketine.
Herweha zelal ne kirîye kanê ev teqîn kê pêkanîye û çi hêzek li pişt vê kiryarê ye û tenê gotiye ku ev kar terorîstî ye.