SERBAZÊN REJÎMÊ CAREKE DIN LI ASAYÎŞA PYD’Ê XIST
Bo cara duyemîne di vê mehê de, hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên asayîşa Partîya Yekêtîya Demokratîk PYD’ê, li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojava Kurdistanê, li hev dan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 21/4/2020an, li navçeya bi navê Meqasim ku dikeve taxa Hilko yê navenda bajarê Qamişlo, serbazên rejîma Beşar Esedî û çekdarên asayîşa PYD’ê, li hev xistin.
Her wiha dest nîşan kirin, ev dibe cara duyemîn di vê mehê de şer li nêvbera hêzên rejîmê û asayîşa PYD’ê derdikeve, wexta ku li 4 vê mehê serbazên rejîmê li xaleke asayîşî xistî û çekdarekê PYD’ê kuştî.
Çavkaniyên “Darka Mazî” diyar kirine ku şerê îro li wê demê derket wexta ku serbazên rejîma Sûriyê êrîşî xaleke asayîşa PYD’ê kirî ji bo ko bixin jêr kontirola xwe.