KURÊ XWE SERA NE GIRÊDANA MASKÊ KUŞT

KURRÊ XWE SERA NE GIRÊDANA MASKÊ KUŞT

Li yek ji herêmê Rojhilata Hindistanê, kesekî dest avêt gerdena kurrê xwe û xindiqand, ji ber ku kurrê wî dixwest bê mask here derê.

Li gor pêgeha “Endian Express” ya Hindistanê, li roja şemî ya rabûrî 19/4/2020an, kesekî li herêma Kalkota ya rojhilata Hindistanê, kurê xwe yê genc kuşt piştî ku ret kirî maskê grêdet.

Polîsên wê herêmê eşkere kirine, bavê kurrî pêş ku tawanê encam bidet, şere dev li gel kurrê xwe kirbû û paş ku kurê wî ret kirî maskê grêdet, wî dest daye parçe perokekê û avêtîye gerdena kurrê xwe û xendiqandîye.

Herweha dest nîşan kirin, bavê kurî xwe radestî polîsan kir û dan bi tawana xwe kirîye, dadgeh jî dê wî li ser tawana kuştina bi enqest ceza biket.

Tê zanîn li gel belavbûna vîrosa Koronayê, Hindistanê liber kirina mask û lepikan kirîye bi zorî û nabe kes bêy wan alavan derbikeve.

Pustên heman beş