Polîsên netewî yên Spanya yê di ragihandinekê de eşkere kir yek ji giringtirîn serkirdeyên gropa terorîstî ya DAIŞ’ê li bajarê Elmira, li başûrê rojhilatê Spanya yê, hat desteserkirin.
Rojnameya Ideal, ya ku li bajarê Elmira weşanê dike îdîa kir kesê hatye desteserkirin raperê Birîtanî-Misrî yê bi navê Ebdulmacîd Ebdulbarî yê bi kod navê “Can Cîhadî” ye.
Li gorey daxweyanîya hêzên îstixbaratî yên Ewropayê, can cîhadî, pêtir ji 200 kesan ji wan Cîmiz Folî, nûcegihanê berniyas yê Amerîkayê kuştîne. Vîdyoya serbirîna Cîmiz Folî li sala 2014an de cîhan xiste nava şokek mezin de.
Li gorey çapemeniyên lokalî yên Spanya yê, can cîhadî, li sala 2015an sûryê bi cî hiştîye û çûye Tirkiyê paşan derbazî Spanya yê bûye û li wir bi navek sexte jiyan kiriye.
Ebdulmacîd Ebdulbarî kurê mezn yê Adil Ebdulbarî yê Misrî ye, bavê wî endamê berê yê gropa terorîstî ya Qa’îde û tumetbarê sereke yê danana bombeyên di nava sefareta Amerîkayê li Kenya yê û Tanzania yê ye li sala 1998an. Di vê bombe danînê de 224 kes hatin kuştin di sedan kes jî brîndar bûn. Adil Ebdulbarî paş dadgeh kirinê li Berîtanya yê li sala 1999an tê veguhastin ji bo Amerîkayê û niha di zîndanên Amerîkayê de jiyan dike.