Demek kêm pêş niha Donald Trump Serok Komarê Amerîkayê bi nivîsîna tiwîtekê, diyar kir ku wî ferman li hêzên deryayî yên emerîkayê kirîne belemên supayê pasdaran bikene amanc.
Tramp di twita xwe de nivîsandiye: “min ferman daye hîzên deryayî yên Amerîkayê ku belemên Îranê ku serêşeyê ji bo keştiyên Amerîkayê dirust dikin, bikin armanc û wan jinav bibin”.
Ev fermana serokê Amerîkayê piştî vê yekê tê ku bo dema çendîn rojane belemên supayê pasdarên Îranê di nava avên kendavê û Deryaya Oman, bi lezgînî li dûr keştiyên Amerîkayê dizivirîn û ji aliyê Amerîkayê ve hertim huşdarî bi wan dihat dan ku ji keştiyên Amerîkayê dûr bikevin.
Belemên supayê pasdarên Îranê ev demeke bi karê îstîfzaz kirina hêzên deryayî yên Amerîkayê radibin û gefan li wan hêzan dixwen.