Di teqînekê de ku îro li parêzgehîya Dîyala yê çêbûye, 9 polîsên federal hatin kuştin û birîndar kirin, wexta ku bombeke DAIŞ’ê di rêya wan de teqîyay.
Îro roja çarşemî 22/4/2020ê, bombeke çandî ku ji al’yê terorîstên DAIŞ’ê ve hatbû danan, li navçeya bi navê “Narîn” ya girêdayî devera Xaneqînê li Bakurê parêzgeha Dîyala yê teqîya û bi wê sedemê 9 polîsên dewleta Îraqê ku bi navê polîsên federal tên nas kirin, hatin kuştin û brîndar kirin.
Li vê derbarê de wezareta karên navxwe ya Îraqê dest nîşan kir ku 2 polîsan canê xwe wenda kirîye û 7 ên din brîndar ketine.
Herweha eşkere kir ku ev bomb teqîya wexta ku erebeya polîsên federal di erka te’qîba ciyên veşartî yên DAIŞ’ê de bûn.
Li gor pêzanînên wezareta bergirî ya Îraqê, ji meha Kanûna duwemîn ya îsalê û di çalakiyên lêgerînê li terorîstan de, pêtir ji 170 kesên sivîl û serbazan canê xwe wenda kirîye, hemwext 135 terorîst hatine kuştin.