Berevajî kirina rastiyan ji aliyê PKK ê ve berdewame
Dîsan weke karê xwe yê hertim PKK rabûye bi berevajî kirina bûyer û rûdana û dixwaze bi berevajî kirina bûyeran rûyê xwe yê rasteqîne veşêre û karên xwe yên qirêj li ber çavên Gelê Kurdistanê veşêre û rûyek xweşik bi wan karên xwe bidet, PKK ev ne cara yekemîn û dawyê ye vî karî encam dide, belku ew wê berdewam bît li ser vî karî jiberku stratejîya wê li ser vê siyasetê hatiye ava kirin.
Weke karê xwe yê berdewam ji bo berevajî kirina rûdanan PKK ev care rabûye bi belav kirina vîdyo ya seredana Mes’ûd Barzanî bo kampa Mexmûrê ku ev vîdyo a sala 2014ane û li wê demê Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bû, ya rast Barzanî, li wê deme seredana hemû enyên şer li başûrê kurdistanê kirbû daku morala pêşmerge û gel blind bibe, jiberku li wê demî DAIŞ’ê êrîşek mezin anî bû ser hemû başûrê kurdistanî.
SEREDANA BARZANÎ YA MEXMÛRÊ JI BO DU ARMANCAN BÛ
PKK Ê DIXWEST BI ALÎKARIYA ÎRANÊ MEXMÛRÊ WEKE QENDÎLÊ BIKE NAVÇEYEKE SERBAZÎ
Di vîdyo ya hatiye belav kirin de bi tenê yek tişt raste ew jî seredana barzanî ji bo Mexmûrê ye, lê belê ya din ku PKK têde dibêje barzanî ji bo ku daxwaza alîkariyê li PKK ê bike li dijî DAIŞ’ê her weha ji bo ku lihevhatinek stratejî di gel PKK ê girê bidet ji bo parastina başûr ji êrîşa DAIŞ’ê, ev yek bi ti awa rast nîne, em wê di vê nivîsînê de eşkere bikîn ku mebesta serok barzanî ji seredana Mexmûrê ji bo du mebestan bû.
Yekem: Barzanî dixwest gerîla û gelê Mexmûrê pişt rast bike ku Hikûmeta Herêmê û pêşmerge bi ti awa wan bi tenê bicî nahêlin û wê şerê DAIŞ’ê bikin her wek çendîn şehîd di vê rêyê de pêşmergeyan li Mexmûrê day.
Duyem: sedema duyemîn ji çûna Barzanî ji bo Mexmûrê ev bû ku zanyariyên 100٪ pişt rast kirî hebûn ku PKK dixwaze bi alîkarya Îranê û bi behaneya êrîşa DAIŞ’ê li ser Mexmûrê, Îranê bîne Mexmûrê û Mexmûrê bike navçeyek serbazî weke çiyayê Qendîlê.
BARZANÎ LI SALA 2014Ê BI EŞKERE GOTE PKK’Ê KU BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI T AWA QEBÛL NAKE BI BEHANEYA DAIŞ’Ê MEXMÛRÊ BIKEVE DEST ÎRANÊ
Barzanî bi seredana gerîlayan li Mexmûrê hem pişt rastî da wan ku wê alîkarya wan were kirin ji aliyê hikûmeta herêma kurdistanê ve hem jî ew haydar kirin ku bi t awa rê nadin bi behaneya hebûna DAIŞ’ê Mexmûrê bidin dest Îranê û bikin navçeyek serbazî, barzanî bi PKK ê re ragihand ku wê hemû cur alîkariyekê pêşkêşî gerîlayan bike û pêwîstî bi alîkarya ti wlatên dagîrkarên Kurdistanê nîne vî karî encam bidin jiberku li dawyê ev welat wê weke her car li dijî gelê kurd tev bigerin.
PKK weke siyaseta xwe ya hemû caran dixwaze du armancan bi rêya gelê Mexmûrê bi dest bixe yek ji wan armancan eve ku hest û sozên gel ji bo xwe rakêşe lewma carna dîmenên şer dixe pêş çavên gel di demekê de ku van dîmenan ti peywendîyek bi Mexmûrê û sala 2014an nîne, armanca diduyan eve ku bi Tirkiyê re îsbat bikin Mexmûr cîyekî serbazî ye û bingeheke gerîlayan e daku balefirên ceng yên Tirkiyê werin û Mexmûrê bordoman bikin paşan PKK jî bazirganiyê bi xuyna şehîdan bikin û ji bo berjewendiyên xwe yên hîzbî û zêde kirina hejmûna xwe bikar bînin, her wek dawî bordoman ku têde sê jin bûne qurbanî û PKK ê bazirganî bi xuyna wan jinan krî, ev siyaseta rasteqîne ya PKK ê ye ku amade ye nîva Kurdan bike qurbanî bi tenê daku bikare pêgeha xwe qayîm bike û armancên xwe yên hîzbî ku weke armancên Tirkiyê ne bicî bike.
PKK E BAŞ FAM DIKE KU EW RAYEDARÊN WÊ KU BARZANÎ SERDANA WAN KRÎ LI WÊ ASTÊ NEBÛN KU LIHEVHATINEK BI WAN WERE ÎMZE KIRIN
Di beşeke din a vê vîdyo yê de ku ji aliyê ajansa ANHA ya PKK ê ve hatye belav kirin tê gotin ku di hevdîtna serok barzanî bi gerîlayan re lihevhatinek stratejî hatiye îmze kirin! Lê gelo kîjan xwedî mejîkek saxlem vê yekê bawer dike?! Çewan dibe Serokê herêmê digel hêzeke çekdar lihevhatinek stratejî li cîyekî weha de îmza bike?! Gelo qey ew rayedarên gerîlayan di wê astê de bûn ku lihevhatinek stratejî digel wan de were îmze kirin?! Gelo îmze kirina lihevhatinek stratejî bi wî awa û di jûreke 3 metrî de qey ber aqle?! Ger Barzanî li wê demê Serokê Herêma Başûr jî nebaye û serokê mezintirîn parta siyasî ya kurdî jî nebaye ma qey ber aqle di rewşeke weha de lihevhatinek stratejî îmze bike?! Ev pirse û bi dehan pirsên din hene ku bi zelalî diyar dikin ya ku PKK di vê vîdyo yê de dibêje direwe û dûre ji rastiyê.
PKK Ê DI WÊ HEVDÎTNÊ DE DAXWAZA ÇEKAN JI BARZANÎ KIR
DAKU EM VÊ AXAFTINA XWE JI XWANDEVANÊN XWE RE ÎSBAT BIKÎN, EM DAXWAZ DIKÎN BI BAŞÎ LI DEQÎQEYA 2:55 BINÊRIN Û BAŞ GUHDARÎ BIKIN
Di vîdyo ya ku PKK ê bi xwe di medyayên xwe de belav kirî bi zelalî diyar dibe ku gerîlayan daxwaz ji Barzanî kiriye çekan bi wan re bidin daku em vê axaftina xwe ji xwandevanên xwe re îsbat bikîn em daxwaz dikîn bi başî li deqîqeya 2:55 binêrin û baş guhdarî bikin dema serok barzanî ji gerîlayan dipirse hûn dizanin çekê SPG ku çekek dije tanke bikar bînin?! Ev bi xwe belgeyek zelale ku Barzanî ji bo pêşkêş kirina alîkariyan çûye cem gerîlayan temamen berevajî wê yekê ku PKK dibêje barzanî ji bo daxwaz kirina alîkariyan û parastina Başûr çûye cem gerîlayan.
Li Başûrê welat di şerê dijî terorîstên DAIŞ’ê de PKK ê ti roleke stratejî nebûye belku hertim bûye rêgir li himber operasyonên pêşmergeyan ji bo rizgar kirina navçeyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatye dagîrkirin, mînak jî li ser vê yekê pirr zorin weke wê ya ku PKK ê li Şengalê û Mexmûrê û Kerkûkê encam day û hertim alozî ji bo pêşmergeyan dirust krî.
LI 16 OKTOBERÊ Û JI BO RADEST KIRINA KERKÛKÊ PKK PÊŞ YNK Ê KETBÛ
Her di vî vîdyo yê de PKK hinek dîmenan berçav dike ku hinek gerîla ji bo şer diçin Mexmûrê, lê belê ev yek jî direwe jiberku ew dîmen yên pêş 16ê Oktobera sala 2017an bû dema ji bû enyên Kerkûkê diçûn lê belê yek gulle jî li dijî Îraqê neteqand herçend ku hertim di medyayên xwe de weha nîşan dide ku gerîla hêza parastina gel û her çar parçeyên Kurdistanê ye, lê belê di bûyerên Kerkûkê de PKK pêş YNK’ê jî ket ji bo radest kirina Kerkûkê bi Îraqê, ev yek jî bê sedem nebûye jiberku PKK heya niha jî çek û pereyan ji hikûmeta Îraqê distîne û li jîr fermana wan daye helbet ev yek jî bi fermana raste rast ya Îranê hatye encam dan.
DI ÊRÎŞA SER MEXMÛRÊ DE, BARZANÎ XWE LÎWA YÊN ZÊREVANÊN XWE JÎ JI BO BERGIRÎ KIRIN JI WÎ BAJARÎ ŞANDINE ŞER
Di êrîşa çekdarên DAIŞ’ê li ser bajarê Mexmûrê de hikûmeta başûrê kurdistanê bi giştî û bi taybetî barzanî hemû hêzên çekdar şandin ji bo parastina vî bajarî, jiberku ev bajar bajareke stratejî ye ji aliyê erdnîgarî ve, bi awayek weha ku Lîwa yên zêrevanên taybet yên Mes’ûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî li enya Mexmûrê di şereke sext de bûn ji bo parastina vî bajarî.
Ji aliyek din UN ê çendîn caran hişdarî dayîne PKK ê ku xwe ji b serbazî kirina Mexmûrê bi dûr bigre taku ser û milk û canê gelê Mexmûrê nekeve xetereyê lê belê dîsan bê guhdane ti yasa û pirensîbek navdewletî PKK berdewame li ser karê xwe û dixwaze Mexmûrê bike navçeyek serbazî û gelê Mexmûrê ji xwe re weke mertaleke zîndî bikar bîne û paşan bazirganiyê bi xuyna gelê Mexmûrê bike.
Li dawyê em dixwazîn her kes bi mentiq û ‘eqil li vê vîdyo ya ku ji aliyê medyayên PKK ê bi xwe ve hatiye belav kirin binêre û biryar bide gelo Barzanî ji bo daxwaz kirina alîkariyê çûye cem gerîlayan yan jî ji bo pêşkêş kirina alîkariyan?!