XEBERÊN HEVDIJ LI SER YEKEM HEYVA DESTKIR A ÎRANÊ
Serê sibê ya îro roja çarşemî 22/4/2020an, medyayê Îranê xeber da ku yekemîn heyva destkir ya Îranê ji aliyê supayê pasdaran ve berev valahiya asîmanî hat şandin. Heyva destkir ya bi navê nûr weke yek ji heyvên destkir yên taybet û stratejî, bi du qonaxan li bîyabana navendî ya Îranê hate şandin ji bo valahiya asîmanî .
Heya niha bi awayek fermî ti zanyarîyek li ser vê heyva destkir û şiyanên wê yên teknelojî ji aliyê rayedarên Îranê ve nehatîne parve kirin, bi tenê ev yek nebe ku fermandarekî supayê pasdarên Îranî xeber ji şandina vê heyva destkir daye.
Ji aliyeke din li hinek dezgehên medyayî de bi taybetî di sosyal medyayê de hinek vîdyo hatîne parve kirin ku xeber ji ne serkeftina hildana vê heyva destkir ji aliyê supayê pasdarên Îranê ve didin.
Di vîdyo ya ku li sosyal medyayê de hatye weşandin diyar dibe ku ew heyva destkir ya ku Îran dibêje me şandiye valahiya asîmanî serkeftin ne aniye û li bîyabana Beloçistanê ketiye erdê.
Kanalê FAX NEWS ê Amerîkî jî bi pişt bestin li ser hinek çavkaniyên taybet di nava dezgayê îstixbaratî yê Amerîkayê de ragihand, ti Heyveke destkird a nû di sînorê asîmanî de nehatiye dîtin û ew heyva Îranê bas lê dike ne karîye bikeve valahiya asîmanî û her zû ketiye erdê.