TEQÎNEKÊ ASAYÎŞA PYD’Ê KIRE ARMANC

TEQÎNEKÊ ASAYÎŞA PYD’Ê KIRE ARMANC

Teqînek îro li sînorê bajarê Dêrazûrê çêbû û erebeykeka asayîşa Partîya Yekêtîya Demokratîk PYD’Ê, hedef kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 26/4/2020an, bombeyeke çandî bi erebeyeka asayîşa PYD’Ê ve teqiya, lê belê ti zirarên canî nehatin tomar kirin.

Teqîn li ser rêya sereke ya rojhilata Dêrazûrê çêbûye, asayîşa PYD’Ê tu daxweyanî li derbara teqînê nedane.

Li vê derbarê de, nerîngeha Sûriyê ya mafên mirovan belav kir ko teqîn li ser rêya gundê “Bikare” çêbûye û paş teqînê çekdarên asayîşa PYD’Ê li navçeyê belave bûne.

Tê zanîn duh roja şemî 25/4/2020an birîkarekê kertê petrolê ko li gel PYD’Ê li kêlgeha “El ‘Umir” kar dike, di kiryarekê de li sînorê Dêrazûrê hatibû kuştin, wexta ko hinek çekdarên nenas kirî teqe lê kirîn.

Pustên heman beş