Îro roja duşemî 27/4/2020an çavkaniyên çapemenî yên lokalî li Sûriyê ragihand balefirên ceng yên Îsraîlê êrîşî stargehên supayê pasdarên Îranê û Hîzbollah a Libnanê li Sûriyê kirin û hejmarek ji çekdarên van hêza kuştin û berteref kirin.
Li gorey rapora Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî di vê êrîşa asîmanî de herî kêm 4 çekdarên îranî û hejmarek ji hêzên sûrî hatîne kuştin û berteref kirin.
Medyayên dewleta Sûriyê hevdem digel tekez kirina vê êrîşê ragihand ku sîstema dije êrîşên asîmanî a Sûriyê balefirên Îsraîlî naçar kirîne sînorê asîmanî yê Sûriyê bicî bihêlin û biçin.
Nerîngeha Mafên Mirovan li Sûriyê her weha ragihand: ” Îsraîlê êrîş kiriye ser stargehên supayê pasdarên Îranê û stargeha wan ku ser bi navenda leşkerî a milîsên çekdar yên ser bi Tehranê ve ye li başûrê Dîmeşqê bi temamî jinav biriye”.
Li gorey axaftina Nerîngeha Mafên Mirovan li Sûriyê di vê êrîşa asîmanî ya Îsraîlê de 4 fermandarên supayê pasdaran û hejmarek ji rayedarên Hîzbollah a Libnanî û çend kesek ji çekdarên milîsên ser bi supayê Quds ve hatîne kuştin.
Ji aliyek din medyayên ser bi rejîma Sûriyê ragihand ku di vê êrîşê de 3 kesên sivîl jî hatîne kuştin.