HEFTER XWE WEKE SEROKÊ LÎBYAYÊ DA NASANDIN

HEFTER XWE WEKE SEROKÊ LÎBYAYÊ DA NASANDIN

Li gorey raporên medyayên lokalî yên Lîbyayê, general xelîfe Hefter li êvara roja rabûrî 27/4/2020an di peyamek vîdyoyî de ku li medyayên Lîbyayê de hat weşandin ragihand: “li gorey xwasteka hem welatiyan lihevhatina Suxeyrat ku li sala 2015an de li Mexribê hatbû îmze kirin tê helweşandin, jiberku ev lihevhatina siyasî bûye sedema wêran bûna welat û welat ber bi pêşerojek pir xeter dibe”.

General Hefter her weha ragihand: “li gorey xwasteka hem welatiyan, ez weke fermandarê arteşa netewî ya Lîbyayê perpirsatiya rêveberiya karên welat werdigirim û wê bixebitim ku pirsgirêkên gelê Lîbyayê kêm bikim û berevaniyê ji mafên wan yên rewa bikim”.

Di beşeke din a peyama xwe ya vîdyoyî de general Hefter eşkere kir, ew wê xebatê bke ku rewşek baş ji bo pêk anîna hikûmeteke ne serbazî û li gor xwasteka gel bê ava kirin.

Hefter herweha ragihand, emê berdewam bin li ser bizava xwe li dijî dewleta Wîfaq, heya ku bi temamî hemû xaka Lîbyayê azad bikîn.

Pustên heman beş