Pêşniyarên Îxwan muslimîn ji bo rûbirû bûna Îsraîlê

Pêşniyarên Îxwan muslimîn ji bo rûbirû bûna Îsraîlê

Îxwan muslimîn sê pêsniyaran li ser asta Felestîn, welatên Erebî û welatên navdewletî berçav dike bi armanca rûbirû bûna Îsraîlê ger ev welat bixwaze zîyanê bi kinarê rojava bigihîne.

Tel’et Fehmî gotebêjê Îxwan muslimîn li ser vê yekê beyan nameyek belav kir û têde ragihand: “pilana pêkvegrêdana kinara rojava yan jî beşek ji wê bi xaka Îsraîlê ve, weke êrîşekê ji bo ser xaka Felestîna daagîr kirî û mafên gelê Felistînê bi piştevaniya Amerîkayê mêze dikîn”.

Di vê beyanê de Tel’et Fehmî sê pêşniyar ji bo rû bi rû bûna vê biryara Îsraîlê berçav kirîne ji van pêşniyara weke pêk anîna aştevaî ya Felestînî yan, pêngavên cidî yên dewletên Erebî ji bo qut kirina peywendiyên xwe di gel Îsraîlê, her weha palpiştî kirina Neteweyên Yekbûyî ji biryara navdewletî ku zîyan gihandin bi xaka Felistînê bi tawan hejmar dike.

Her weha di vê beyanê de Îxwan muslimîn tekez kir ew her cure karekî red dikin ku ji aliyê Îsraîlê ve bê encamdan ji bo zirar gihandin bi kinarên rojava.

Tê çaverê kirin ku sibe roja pênc şemî wezîrên derve yên welatên Erebî bi rêya “vîdyo konferensê” civînekê encam bidin ji bo helsengandina pilana pêkve girêdana beşek ji kinara rojava bi xaka Îsraîlê ve.

Pustên heman beş