ALMANYA YÊ HIZBULLAH A LUBNANÎ XISTE NAVA LÎSTEYA GRÛPÊN TERORÎSTÎ DE

ALMANYA YÊ HÎZBOLLAH A LUBNANÎ XISTE NAVA LÎSTEYA GRÛPÊN TERORÎSTÎ DE

Wezareta navxwe ya Almanya yê îro roja pênc şemî 30/4/2020an ragihand, mîlîşyayên Hizbullah a Lubnanî ên ser bi Îranê ve, bi awayek fermî ji aliyê Almanya yê ve kete nava lîsteya gropên terorîstî û hemû çalakiyên wan li Almanya yê hatin qedexe kirin.

Peyvdarê Wezareta Navxwe yê Almanya di tiwîtekê de ragihand, wezîrê navxwe yê Almanya Horst Seehofer hemû çalakiyên rêxistna Hizbullaha Lubnanî ya terorîstî li Almanya yê qedexe kir.

Hevdem di gel bi terorîst nasandina Hizbullah ê, polîsên Almanyayî serê sibe ya îro  bi ser cihê wê rêxistnê de girtin û hejmarek ji bergûmanên wê rêxistnê desteser kirin.

Li gor zanyariyên berpirsên Almanya yê, nêzîk 1050 endamên Hizbullah ê li wî welatî hene.

Parlemana Almanya yê di meha Berçileya bûrî de, pêşniyaza Şêwirmenda Almanya yê Angela Merkil a qedexekirina hemû çalakiyên Hizbullah pesend kirbû û sedema wê jî vegerand bû wê yekê, ku çalakiyên terorîstî li sûryê encam dide.

Ev di demekê deye, Yekîtiya Ewropa baskê serbazî ya Hizbullaha Lubnanî ya ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin, xistiye lîsteya terorê, lê ew biryar li ser baskê siyasîyê wê rêxistnê bicih nabe.

Pustên heman beş