DAIŞ’ê 10 milîsên Heşda Şeibî kuştin

DAIŞ’ê 10 milîsên Heşda Şeibî kuştin

Çekdarên DAIŞ’ê êrîşeke berifreh li ser parêzgeha Selahedînê pêk anî û 10 çekdarên heşda şebî kuştin.

Çekdarên grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê îro roja şemî 2 Nîsana 2020an di êrîşekê de bo ser çekdarên Heşda Şeibî li sînorê bajarê Selaheddîn li Îraqê 10 milîsên şî’î kuştin û hejmarek din jî brîndar kirin.

Li gorey çavkaniyên medyayî ew çekdarên Heşda Şeibî ku di vê êrîşa DAIŞ’ê de brîndar ketî ji bo nexweşxaneyê hatîne veguhastin.

Heşda Şeibî di vî derbarê de ragehand ku çekdarên grûpa Dîcle di vê êrîşê de ku li navçeya Mikîşîqe a ser bi parêzgeha Selahedînê pêkhatbû 9 kuştî û du birîndarên wan hene, û 1 kuştî jî ser bi leşkerê 41 yê Îraqê ve ye ku li navçeya Til Alzeheb hatiye kuştin.

Ji dema belavbûna vîrusa Korona li Îraqê, çekdarên DAIŞ’ê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selaheddîn û Diyale de.

Berî çend rojan jî du xwekujên DAIŞ’ê êrîşî ser avahiya hewalgîriya Îraqê li Kerkûkê kirin û li nêzîk deriyê wê xwe teqandin, di encamê de hejmarek kes brîndar bûbûn.

Pustên heman beş