Ji bo xortê Duhokê ku PKK ê revandîye wê xwepêşandan were kirin

Ji bo xortê Duhokê ku PKK ê revandîye wê xwepêşandan were kirin

PKK ê 95 roje kurrê pêşmergeyekê Başûrê Kurdistanê revandîye

Partîya Karkerên Kurdistanê, 95 roje xortekî parêzgeha Duhokê revandîye, malbata wî bi jivane xwepêşandanekê encam bidin, ji bo ku daxwazê ji Hikûmeta Başûr û saziyên navdewletî bikin li rewş û çarenvîsa xortê wan xwedî derkevin.

Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, ev xort bi navê “Cutyar Mihsin Hisêne”, pêtirî 3 mehane PKK ê revandîye, malbata wî bi jivane li roja sêşemî 5/5/2020 li demjimêr 12 nîvrojê xwepêşandanekê li navçeya “Çemankê” bikin, ji bo ku fişarê li PKK ê bikin korê wan serbest berdin.

Herweha dê daxwazê ji Hikûmeta Başûr û saziyên navdewletî bikin ku li rewş û çarenvîsa xortê wan xwedî derkevin.

Tê zanîn ku “Cotyar” kurê malbatek wilatparêz a Başûrê Kurdistanê ye, bavê wî pêşmerge ye.

“Darka Mazî” di şopandina vê babetê de zanyariyên taybet bi dest xistine û eşkere bû ku malbata Cutyar li 3 mehên derbas bûyî pir hewl dane peywendiyê bi PKK ê bikin ji bo eşkere kirina çarenvîsa korê xwe, lê belê PKK ê ew haydar kirine ku lekolîn li gel de hêjan bi dawî nebûye û malbata Cutyar dest vala vegerandine.

Pêgeha “Darka Mazî” 3 rojan paş desteser kirina “Cutyar” ji aliyê PKK ê ve, çîroka wî weşandibû û têde hemû hûrgilyên xapandina “Cutyar” ji aliyê PKK nê ve hatibûne zelal kirin, ev jî lînka wê serpêhatiyê ye.

Pustên heman beş