Donald Trump Serok Komarê Amerîkayê duh şev 3/4/2020an ragihand ku wê welatê wî li dawî ya îsal vaksîna dije Korona dirust bike.
Tramp ji bo ajansa “FOX NEWS” da eşkere kirin: “em piştrastin ku li dawî ya îsal wê vaksîna dije vîrusa Korona dirust kîn, bi dawî hatina salê, wê bibêjn pêwîste vê yekê nebêjî, ez wî tiştî dibêjim yê ku ez pê bawer”.
Serokê Amerîkayê berdewam kir û ragihand: “em bi rijdî kar dikîn û ez bawerim hinek ji grûpên berhem anîna dermanan pirr nêzîk bûne ji dirust kirina dije vîrusa Korona”.
Trump di berisva vê yekê de ku ger wilateke din vaksîna dije vîrusa Korona pêş Amerîkayê dirust bike wê helwesta wî çibe ragihand: “ji bo min girîng nîne kîjan welat vaksînê dirust dike, a girîng ji bo min eve ku vaksîneke baş bi dest bixim, ger wilateke din pêş Amerîkayê ev vaksîn dirust kir, ezê kulavê xwe ji bo wan li ser serê xwe hilînim”.