Xwepêşandan ji bo azadkirina xortekê Dihokê ji dest PKK ê tê kirin

Xwepêşandan ji bo azadkirina xortekê Dihokê ji dest PKK ê tê kirin

Ji bo azad kirina xortekê parêzgeha Dihokê ji dest Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê, îro li navçeya Çemankê xwepêşandan hat encam dayîn, xwepêşanderan xwest, çarenivîsa wî xortî were eşkere kirin û PKK e wî serbest azad bike.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 5/5/2020an li demjimêr 12î nîvrojê, li navçeya Çemankê ya girêday parêzgeha Dihokê, malbata “Cotyar Mihsin Hisên” ew xortê berya 3 mehan ji aliyê PKK ê ve hatîye revandin, li gel hejmareke zor ya xelkê navçeyê, xwepêşandan kirin, ji bo ku çarenivîsa xortê wan were eşkere kirin.

Di xwepêşandanê de, 3 daxuyanî hatin xwendin ya yekem ji aliyê Remezan Siyarî, nûnerê malbata Cotyar û têde ev karê PKK ê bi dijwarî şermezar kir û got ku ev yek tu xizmetekê bi yekrêzuyê nake, hemwext xwest PKK e her zû çarenivîsa xortê wan eşkere bike û serbest azad bike.

Daxuyaniya dûyemîn ji aliyê Mem Eskender, parlementerê Kurdistanê yê komîta mafên mirovan hat xwendin û têde hat xwestin ku PKK e dev ji van karan berde û Cotyarî serbest azad bike, hemwext ji PKK ê hat xwestin ku rêzê li serwerîya Herêma Başûrê Kurdistanê bigre û her wiha xebata xwe ji bo Bakurê Kurdistanê veguhêze.

Rêxistinên civaka sivîl NGO daxweyanîya wan ji aliyê Hêriş Orey hat xwendin û heman daxwazî têde bûn.

Tê zanîn ku “Cotiyar” kurê malbatek wilatparêz ya Başûrê Kurdistanê ye, bavê wî Pêşmergeye, li 29/1/2020an ji aliyê 2 Gerîlayên PKK ê ve li gundê Bêbadê yê sînorê parêzgeha Dihokê hatibû revandin, li 3 mehên derbas bûyî malbata wî pir hewl dane peywendiyê bi PKK ê bikin, lê belê PKK ê ew haydar kirine ku lekolîn li gel de hêjan bi dawî nebûye.

Pêgeha “Darka Mazî” 3 rojan paş desteser kirina “Cotyar” ji aliyê PKK ê ve, çîroka wî weşandibû û têde hemû horgiliyên xapandina “Cotyar” ji aliyê PKK ê ve hatibûne zelal kirin, ev jî lînka wê çîrokê ye.

Ev jî tekista daxuyaniya malbata Cotyar Mihisnî ye

Bo/ Seroktiya Herêma Kurdistanê

Bo / Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê

Bo / Parlamentoya Kurdistanê

Bo / Nûner û kunsil û civaka navdewletî li Herêmê û bi taybet rêxistinên mafê mirovan û UN ê

Bo / Rêxistinên civaka sivîl bi taybet bo komîta mafê mirovan li parlamentoya Kurdistanê

Weke hemû xelkê navçeyê dizane ku li roja 29/1/2020an hemwilatî “Cotyar Mihsin Hisên” li navçeya Çemankê hatîye deste ser kirin ji aliyê giropeke ser bi PKK ê ve û hatîye revandin, ev bo dema pêtirî 3 mehane ev hemwilatî bê ser û şîne, heya niha çarenivîsa wî nehatîye diyar kirin ji aliyê PKK ê ve, em weke nûner û xelkê navçeyê bi taybet gundê “Siyarê” evan cure karan bi dijwarî şermezar dikîn, eve ne bo cara yekemîne ev kar tên encam dayîn, daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikîn û bi taybet Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê keysa hemwilatî “Cotyar Mihsin” were diyar kirin, ev karê Partiya Karkerên Kurdistanê  PKK ê encam day dibe astengî û berbest ji bo yekrêzîya nav mala Kurdî û xelkê navçeyê bi giştî careke din daxwaz dikîn ku bi ciddî li ser babeta hemwilatî “Cotyar Mihsin” rawistin, heger ne, emê hinek rê çareyên din bigrîne ber.

Azadî

Azadî

Azadî

Bo hemwilatî “Cotyar Mihsin Hisên”

Pustên heman beş