Li Amerîkayê rewş pirr xetere

Li Amerîkayê rewş pirr xetere

Di 24 saetên rabûrî de pêtir ji 1600 kesan li Amerîkayê bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Li gorey amarên ji layê zanîngeha Johns  Hopkins, li wîlayetên yekbûîy yên Amerîkayê hatî belavkirin, roja înî 8/5/2020an di 24 saetan de pêtrî 1635 kesan bi sedema Korona vîrusê canê xwe ji dest daye û bi vê yekî hejmara tevahî ya kesên bi vê vîrusê canê xwe ji dest day giha 77178 kesan.

Li gorey ajansa Firansayê ev hejmara kesên canê xwe ji dest day li Amerîkayê di dema 24 saetên dinavbera 20:30 xolekên roja pêncşemî heya 20:30 xolekên roja Eynî de hatîne tomar kirin.

Li Amerîkayê heya niha pêtrî 1 milyon û 280 hezar kes bi vîrusa Korona yê ketîne û bi tenê di 24 saetên bûrî de 29079 kes bi vê vîrusê ketîne, û heya niha 200 hesar kes ji vê vîrosê felitîne û çûne malên xwe.

Herku diçe amara kesên bi vê vîrusê tûş dibin li Amerîkayê pêtir dibe lê belê koçka Spî dema çend rojane bas li destpêkirina ser ji nû ya çalakiyên abûrî li Amerîkayê dike.

Pustên heman beş