Sedir karta hikûmetên berê pê helweşandî derxiste ve

Sedir karta hikûmetên berê pê helweşandî derxiste ve

Muqteda sedir rêberê rewta sedir ya şî’î li Îraqa federal, îro 100 roj weke derfet dane serokwezîrê nû yê Îraqê, ji bo ku karnameya hikûmetê cêbecê biket.

Berdevkê Muqteda Sedir îro roja duşemî 11/5/2020an di ragihandinekê de eşkere kir, Muqteda Sedir 100 roj weke molet dane Mistefa Kazimî yê serokwezîrê Îraqê, ji bo ku karnameya hikûmetê cêbecê biket.

Dest nîşan kir Muqteda Sedir li wê bawerê ye ku Mistefa Kazimî kesekê ciddî ye û hez ji welatê xwe dike.

Berdevkê Muqteda Sedir eşkere kir ku sedrî derfeta 100 rojan dabû hikûmetên berê yên îslamî jî, weke amaje ji bo Adil Ebdulmehdî, lê belê karnameya hikûmetê li wê demê nehat cêbecê kirin.

Muqteda Sedir ku bi livînerê caddeya Îraqê tê hesab kirin, roleke kara di hilweşandina hikûmeta Adil Ebdulmehdî de hebû paş ku derfeta 100 rojan pê dayî û piştre pêla xwepêşandanan dest pê krî.

Li wê demê Adil Ebdulmehdî eşkere kir ku ewan şiyan nîne, di 100 rojan de karnameya hikûmetê cêbecê bikin, ji ber ku Heyder Ebadî yê serok wezîrê berê hikûmeteka wêran ji bo wan bi cî hêla bû.

Pustên heman beş