Çima milîsên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê dest ji çekên xwe berdidin

Çima milîsên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê dest ji çekên xwe berdidin

Yek ji milîsên Sûrî yên ser bi dewleta Tirkiyê ku ji bo şerkirin li Lîbyayê hatiye şandin bo vî welatî, xeber ji serpêçî û bê sîstemî û neguhdarîkirina biryaran di nava milîsên ser bi Tirkiyê ve li Terablusa paytexta Lîbyayê da.

Ev milîse dibêje, piştî xapandin û şandina wan ber bi mirinê û jinavçûnê li beramber standina mûçe û qazancek wehmî û ne rast êdî dinava çekdaran de du dilî û ne guhdarîkirina biryaran serhildaye û her kes bikare wê li Lîbyayê bizivre welatê xwe, jiberku hemû ew soz û peymanên bi wan hatî dan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve drew derçûn.

Ev milîse di peywendîyek telefonî de ku ji ailyê hevalê wî hatiye rekord kirin û parvekirin di ropeleka ser bi opozîsyona Sûriyê de dibêje: “ez niha li Terablusê me, ew axaftinên li ser pêdana 2 hezar dolaran bi çekdaran dihên gotin nerastin”.

Wî tekez kir ku ev mûçe ye, tişteke dinavbera 4 hezar lîreyên Sûrî ku dibin (566 dolar) û kesekê ku waste hebe, heya 6 hezar lîreyan anku (849 dolaran) dikare bistîne.

Vî milîsî ragihand ew li enyên destpêkê ji şer hatîne bicî kirin û rojane hevalên wî di tirsa kuştinê de dijîn, jiberku ew li navçeyên nêzî arteşa Lîbyayê û nêzî hêla agirîn hatîne bicî kirîn ku hertim ev hêle li bin êrîşa bombeyan daye.

Di hem dem da nerîngeha sûrî ji bo mafên mirovan şemî ya bûrî xeber da ku heya niha hejmara çekdarên Sûrî yên ku di berjewendiya Tirkiyê de li Lîbyayê hatiye kuştin gihane 268 kesan.

Nerîngeha Sûrî ji bo mafên mirovan her weha ragihand: “Tirkiye hêjan kirê girtî yên Sûrî ji xaka Sûrîya ber bi Lîbyayê dibe û ev yek berevajî daxwaza piraniya grûpên çekdar yên sûrî ye”.

Nerîngehê ev yek jî eşkere kir ku hijmara kirê girtiyên Tirkiyê ku li sûryê hatîne şandin ji bo Lîbyayê gihaye 8 hezar kesan û pitrî 3 hezar kes ji wan niha di perwerda leşkerî dane.

Pustên heman beş