Ji ber komêntekê 2 salan hat ceza kirin

Ji ber komêntekê 2 salan hat ceza kirin

Dadgeheke Îraqa federal, îro biryar li derbara fayîla girêdayî xerab bas kirin li ser “pêximberê Îslamê” derxist û kesê ku ev kar kirî wê ji bo 2 salan were zîndanî kirin.

Dadgeheke parêzgeha Dîwaniyê ya Îraqa federal, îro roja çarşemî 13/5/2020an, biryar li derbara fayîla girêdayî îsaa zat û pêgeha “pêximberê Îslamê” û malbata wî di torên civakî de derxist.

Dadgehê di daxuyaniyeke fermî de eşkere kir ku kesekê bê bawer di komêntan de li Facebook ê, gotinên nehêjay pêgeha “pêxember” û malbata wî kirbûn, lewma wan biryar da ev kes bo dema 2 salan were zîndan kirin.

Dest nîşan kir, ev kes paş ku hatîye desteser kirin, danpêdan kir ku wî ev komênt kirine, jiber ku ew bê bawere.

Dadgeh dibîne ku ev komênt bûne sedema birîndar kirina hesta milyonên misilmanan, lewma li gor bendên (1–5 – 372) ji yasaya cezayên Îraqê, ev kes wê bo dema 2 salan were zîndan kirin.

Pustên heman beş