ENKS tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike

ENKS tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike

Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîneke vîdyo konferans de girîngiya yekrêziya Kurdî anî ziman û di çarçoveya avakirina Sûriyeke demokratîk û federal a mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê bisepîne de, ji bo hewlên Amerîka, hevpeymanên wê û Herêma Kurdistanê yên pêkanîna yekrêziya Kurdan spasî li wan kir.

Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, wan roja 12ê Gulanê civînek bi vîdyo konferansê girê daye û tê de hewlên yekrêziya Kurdî hatin guftûgo kirin û tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî hat kirin, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûriyê û mafê gelê Kurd yên rewa di çarçoveya Sûriyeyeke federal, demokratîk û firehaliya netewî û olî de biçespîne.

Herwiha ENKSê bang li aliyên navdewletî kir, fişarê li rejîma Sûriyê bike, ta dest bi piroseya siyasî bike. Herwiha daxwaz ji wan aliyên navdewletî kir jî, çareseriyeke siyasî ji kirîzê re bibînin, ji ber ku hîna rêjîma Sûriyê bi bijardeya serbazî serederiyê bi rewşê re dike û êş û azara Sûriyan zêde dike.

Di civîna ENKSê de li ser nakokiyên di navbera hêzên opozîsyona Sûriyê de hat rawestandin. ENKS daxwaz ji aliyan kir, yekrêz bin û bi rola xwe ya çalak rabin, ji bo armanca gelê Sûrî ya pêkanîna sîstemeke demokratî bicih bînin, ku mafên hemû pêkhateyan û mafên gelê Kurd wek gelekî resen li ser xaka dijî di çarçoveya dewleta Sûriyê de bêne parastin.

Herwiha ENKSê binpêkirinên li Efrînê yên ji aliyê komên çekdar ve têne kirin şermezar kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir jî, rê li ber wan binpêkirinan bigire, tawanbaran siza bide, welatiyan û milk û malên wan biparêzin û koçber û derbideran jî bi riyeke ewle û aram vegerînin.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de spasî ji bo hewlên Amerîka û hevpeymanên wê û piştevaniya serkirdatiya herêma Kurdistanê kir ku ji bo ava kirina yekrêziya Kurdî di çarçova opozîsyona nîştîmanî de hewl didin.

Pustên heman beş