Îsraîlê êrîşî Îranê kire

Îsraîlê êrîşî ser Îranê kire

Medyayên rejîma Sûriyê îro roja şemî 16/5/2020an xeber ji êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ji bo ser pêgehên hêzên Îranê li bajarê Helebê li Sûriyê da.

Medyayên ser bi rejîma Sûriyê herweha eşkere kir ku îro serê sibê dengê teqînên bi hêz li bajarê Helebê Sûriyê hatîne bihîstin.

Ev yek di demek wehade ye ku li gorey medyayên ser bi rejîma Sûriyê ve balefirên ceng yên Îsraîlî derdorên zanîngeha topxane li başûrê bajarokê Elramose li başûrê bajarê Helebê bombebaran kiriye.

Di vê derbarê de çalakvanên sûrî jî xeber ji wê yekê daye ku li serê sibê ya îro roja şemî dengê bi hêz ê teqînan li bajarê Helebê hatiye bihîstin û tekez kiriye ku ev denge bi sedema êrîşa balefirên ceng yên dewleta Îsraîlê bo ser pêgehên hêzên îranî li vî bajarî bûye.

Herçend ev êrîş hatye piştrast kirin lê belê heya niha tu horgilî li ser zîyanên êrîşê nehatîne zanîn.

Pustên heman beş