DAIŞ 4 kes kuştin

DAIŞ 4 kes kuştin

Ji bilî Îraqê çekdarên DAIŞ ê li Sûriyê jî çalakiyên xwe zêde kirîne.

Çekdarên ser bi rêxistna terorî ya DAIŞ ê li sûryê rêya Şam – Dêrezorê qut kirin û 4 kes kuştin.

Rewangeha sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, çekdarên DAIŞ ê rêya Şam – Dêrezorê li devera kebacb qut kir û erebeyek ku efserekî rejîma Sûriyê, 2 serbaz û jinek tê de bûn desteser kir.

Rewangeha sûrî ya mafên mirovan ev yek jî eşkere kir, çekdarên DAIŞ ê her 4 kesên di wê erebeyê de kuştin.

Piştî ku DAIŞ ê rêya dinavbera Şam – Dêrezorê qut kirî, rejîma Sûriyê hêzeke mezn şande wê deverê û heya niha şer û pevçûn li wir berdewame.

Hevpeymaniya navdewletî û hêzên Sûriyeya demokratîk di meha adara 2019an de dawî sengerên çekdarên DAIŞ ê li rojhilatê Dêrezorê kontrol kirbû û serkeftina serbazî bi ser DAIŞ ê de ragihandibû, lê belê ev bo dema sê mehane çalakiyên vê rêxistna terorî li navçeyên di navbera parêzgeha Dêrezorê û Humsê de zêde bûne, her bi vê sedemê çendîn caran şer û pevçûn di navbera hêzên rejîma sûryê û çekdarên DAIŞ ê derkeftiye.

Pustên heman beş