Peter Navarro: Çînê bi enqest şewba Koronayê li dinyayê belavkir

Peter Navarro: Çînê bi enqest şewba Koronayê li dinyayê belavkir

Peter Navarro şêwirmendê karubarên bazirganî li Koçka Sipî îro roja duşemî 18/5/2020an di hevpeyvînek medyayî de digel kanalê telefizyonî yê “WSIJ at large” ku kanaleke ser bi “Fox Business Network”, ragihand, welatê Çînê bi enqest rê bi belavbûna vîrusa Korona yê di welatên din yên dinyayî da lê hevdem bajarên Pekîn û Şanghay parastin û rê neda ev vîrus li wan bajaran belav bibe.

Navarro her weha ragihand: “Çîn dikarî her li dema destpêka belavbûna vîrusa Korona li bajarê Wuhan, wê vîrusê kontrol bike û rê nede derkeve wlatên din”.

Navarro ev yek jî ragihand ku: “Çînê vîrus li pişt mertala rêxistina saxlemiya cîhanî de veşart û ev yek di demek weha de bû ku Pekîn dikarî vîrusê li Wuhan kontrol bike”.

Şêwirmendê karubarên bazirganî li koçka spî her weha ragihand: “Çînê li ciyê vê nexweşiyê li ciyê wê yê dirust kontrol bike, berevajî vê yekê kir, bi sedan hezar kesên bi vîrusa Korona ketî ji hemwilatiyên Çînî û ne yên Çînî xistin nava balefiran û ew şandin Milan a Italia yê, New York a Amerîkayê û ciyên din li cîhanê lê belê rêgrî li çûna wan kir ji bo Pekîn û Şanghayê”.

Pêşkêşkarê telefizyonê ji Peter Navarro re dipirse: gelo dema hûn dibêjin Çînê bi qedexekirina geştên navxwe û rê dan bi geştên navdewletî bi awayek ilimdar di demekî de ku wê dizanî ev vîrus bi tu awa xetere, bi rastî jî bi enqest ev vîrus li dinyayê belavkiriye? Navarro di bersivê de dibêje: “ev rastîyeke wehaye ku her nabe li ser bi axvîn jî”.

Pustên heman beş