Gihîşt Amazon ê

Gihîşt Amazon ê

Wezareta tenduristiyê ya wilatê Ecuador ê, eşkere kir ku vîrosa Korona gihiştiye hozên Amazon ê û yekem keys li cem hoza “Wawranî” hat tesbît kirin.

Wezareta tenduristiyê ya wilatê Ecuador ê îro roja duşemî 17/5/2020ê daxuyanî li derbara vîrosa Korona ya ji curê (kovîd-19) da û dest nîşan kir ku ev vîrosa xeter gihiştiye hozên resen yên Amazon ê û yekem keys li cem jineka hoza “Wawranî” hat tesbît kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hatîye: “jineke bi hal ya hoza “Wawranî” ku ji hozên resen yên Amazon ê ne, rastî vîrosa (kovîd-19) hatîye, niha ew ji bo kerentîn kirinê ji bo nexweşxaneyeke li Quito ya paytext hatîye veguhastin”.

Wezareta tenduristiyê ya Ecuador ê dibêje: “vîrosa Kovîd bi rêya Keçekê ji bo hozên Amazon ê hatîye veguhastin û niha xebatên wan ji bo pişkinîna 40 kesên din yên hozên Amazon ê hene ku guman tê kirin wê keçê tûş kiribin”.

Ecuador ji wlatên herî zirar dîtî yên vîrosa Koronayê ye li Amerîkaya latîn, heyama du mehane qedexe ragihandiye, heya niha pêtir ji 33 hezar tûşbû û 2700 keysên mirinê li wir hatine tomar kirin.

Pustên heman beş