Mîlîşyayên şî’î bi 3 moşekan berisva Kazimî dan

Mîlîşyayên şî’î bi 3 moşekan berisva Kazimî dan

Sê moşekên katyoşa îro bi navçeya kesek ya Bexdayê ketin ku balyozxaneya Amerîkayê û wilatên din li wê navçeyê ne, ev yek paş biryara serok wezîr Kazimî hatîye ku gotiye ewê çekan bêxe di dest dewletê de.

Tora medyaya ewlehiyê ya ser bi hikûmeta Îraqa federal ve eşkere kir, îro roja sêşemî 19/5/2020ê, sê moşekên ji curê katyoşa bi navçeya kesek ketîne, lê belê çi zirarên canî li pey nehatin.

Navçeya kesk li navenda Bexdayê ye, hemû baregehên saziyên dewletê û balyozxaneya Amerîkayê û balyozxaneyên welatên din têde ne.

Ev moşek bi ber xanîyekê kavil ketine û çi zirareke canî bi sedema wan nehatin tesbît kirin.

Di daxuyaniya tora ewlehîya hikûmetê de hatîye ku ev moşek ji cadeya bi navê Filistîn ya rojhilata Bexdayê hatbûn avêtin ku grûpeke mîlîşyayên şî’e yên nêzî Îranê li wir hene.

Paş ketina moşekan zenga xeterê li navçeya kesk hat lêdan.

Ketina van moşekan hemwexta biryarên nû yên serok wezîrê Îraqê Mistefa Kazimî tê ku bera du rojan li gel fermandariya heşda şeibî civîyabû û soz dabû gelê Îraqê ku ew dê çekan tenê di dest dewletê da bihêle.

Pustên heman beş