Brayan hook ji bo Îranê: yan gotubêj digel Trump yan herifîna abûrî

Brayan hook ji bo Îranê: yan gotubêj digel Trump yan herifîna abûrî

Berpirsyarê karubarên Îranê di wezareta derve ya Amerîkayê ragihand, rayedarên îranî li beramber “fişarên herî zêde” yên Amerîkayê bi tenê yek rê heye, yan di gel Trump gotubêjan bikin yan jî herifîna abûra Îranê îdare bikin.

Brayan hook, berpirsyarê karubarên Îranê di wezareta derve ya Amerîkayê de roja sêşemî 19/5/2020an ragihand, Îranê li beramberî Amerîkayê bi tenê yek rê heye. Navbûrî tekez kir: niha pêtrî sê salane ku em bi rêyên dîplomasî li himber Îranê tev digerîn. Rejîma Îranê jiber ambargoya me di rewşek xirab û şikestî deye. Rayedarên Îranê niha bi tenê rêyek heye: yan di gel serok tramp gotubêjan bike yan jî herifîna abûrî a xwe îdare bike.

Piştî derketina hikûmeta Trump li sala 2018an de di lihevhatina etomî ya digel Îranê de, siyaseta “fişarên herî zêde” li ser komara îslamî ya Îranê cîbicî kir. Gihandina firotina neftê ji bo sifrê anku Îran nekare ti petrolê bifroşe yek ji diyartirîn derencamên vê siyaseta Amerîkayê bûn.

Piştî ambargoya abûrî ya Amerîkayê li ser Îranê firotina rojane 2 milyon û 130 hezar di rojekî de li sala 2017an gihîşt 200 hezar bermîlan di yek roj de. Niha Amerîka di pêkola vê yekê deye ku rê li firotina vê rêjê ji petrola Îranê jî bigre.

Di vê arastê de rojên rabûrî keştiyên cengî yên Amerîkayê berev derya ya Karaîb çûn daku rê li neftkêşên Îranê bigre berev beravên Venziwêla biçin ji bo firotina petrola Îranê.

Pustên heman beş