Li Berlînê nimêja Eyniyê li kilîseyekê hat lidarxistin

Li Berlînê nimêja Eyniyê li kilîseyekê hat lidarxistin

Kilîsayekê li bajarê Berlînê deryên xwe li ser nimêjkerên musilam ku bi sedema rîayet kirina mesafeya civakî nekarîn li mizgeftan nimêjê bikin vekirin.

Hikûmeta Almanyayê ser ji nû ve rê bi çalakiyên olî da lê belê bi mercekî ku 1.5 metir mesafe dinavbera kesan de hebe, ji ber vê yekê mizgefta Dar Alselam li Nuvîklen a Berlînê bi tenê dikarî rê bi hejmarek kêm ji musilmana bide ji bû encam dayîna nimêja Eyniyê.

Ji ber vê yekê kilîseya pirotistan a bi navê “Mirta” li Kiroytisbirga Berlînê ji musilmana re pêşniyar kir nimêja Eyniyê li vê kilîsayê encam bidin.

Li Berlînê nimêja Eyniyê li kilîseyekê hat lidarxistin

Melayê ku nimêja cema’et dikir ji Royterzê re ragihand karek bi vî awa di meha Remezan ê de û di dema hebûna kirîzek bi vî awayî de, keyfxweşî li pey xwe anî.

Mele tekez kir, kirîz dibin sedema wê yekê ku însan nêzî hev bibin.

Yek ji nimêjkeran jî bi Royterzê re ragihand, çûn ji bo kilîsayê hestek xerîb hebû, bi taybetî bi hebûna wan amûrên muzîkê û wêneyan, dema to lê dinêrî cudahiyên biçûk to ji bîr dikî, her çewa be ev jî mala xwedê ye.

Di vê nimêja Eyniyê de kişîşê kilîsayê jî beşdar bû.

Li Berlînê nimêja Eyniyê li kilîseyekê hat lidarxistin

Pustên heman beş