Tirkiyê Gizîrteka Yunanistanê dagîr kir

Tirkiyê Yunanistan dagîr kir

Li gorey îdîayên rayedarên Yunanistanê, hêzên arteşa Tirkiyê gizîrteyeka Yunanistanê li rûbarê sînorî yê Îvros dagîr kiriye, li ser vê yekê jî Firokeyên ceng yên dewleta Tirkiyê li vê dawîyê li ser asîmanê gizîrta Lîsbos, Çîyos û Lîmnos gerên firînê encamdane, Yunanistanê di vê derbarê de zanyarî gihandîne Natoyê.

Li gorey medyayên Yunanistanê hêzên arteşa Tirkiyê dema du rojane ku gizîrteyek biçûk di nava rûbarê sînorî yê dinavbera Tirkiyê û Yunanistanê de ku bi sînorê xaka Yunanistanê tê zanîn dagîr kiriye.

Rayedarên wezareta derve ya Yunanistanê ragihand ku wan ji bo zelalkirina vê babetê peywendî bi Tirkiyê kirîne, lê belê heya niha tu zanyarîyek ji aliyê tirkiyê ve li ser vê yekê nehatîne eşkere kirin.

Medyayên Yunanistanê her weha ev yek jî tekez kir ku di dema rojên rabûrî de çendîn caran balefirên ceng yên Tirkiyê li ser asîmanê gizîrteyên Yunanistanê di Deryaya Îce de firîne.

Wezîrê bergirya Yunanistanê jî ragihand ku ev bûyere berdewam dubare dibin, wî her weha ragihand ku me Nato li ser vê yekê agahdar kiriye.

Pustên heman beş